Dadgeha Îranê 50 milyar dolar tazmînat li DYE’yê ferz kir

Dadgeha Îranê biryar da ku ji ber mirina General Qasim Suleymanî ku sala 2020’an li Iraqê hate kuştin, divê hikûmeta DYE’yê nêzî 50 milyar dolar tazmînat bide.

Ev biryar piştî 4 salan hate dayîn ku 4’ê Çileya 2020’an li Bexdayê di êrîşeke balafireke bê mirov a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de Fermandarê Hêza Qûdusê General Qasim Suleymanî ku ji operasyonên derve yên Muhafizên Şoreşa Îslamê berpirsyar bû, hate kuştin.

Serokê DYE’yê wê demê Donald Trûmp ragihandibû ku ev êrîş li dijî êrîşên li ser berjewendiyên Emerîkayê yên li Iraqê hatibû kirin. Îran jî weke bersiv bi fuzeyan êrîş biribû ser baregehên leşkerî yên Emerîkayê yên li Iraqê.

Li gorî nûçeya ajansa Mizan Online ya girêdayî rayedarên edlî, “li ser giliya 3,318 welatiyên a ji çar aliyên welêt (…) dadgeheke li Tehranê biryar da ku hikûmeta DYE bi giştî 49 milyar û 770 milyon dolar weke madî û manewî tazmînat bide.”

Li gorî Mizanê dadgehê 42 kes û sazî sûcdar nîşan da ku Donald Trûmp û rayedarên di rêveberiya wî de jî di nav de ne.