DAÎŞ’ê li Nîjeryayê bajarek dagir kir, bi sedan kes dîl girt

Çeteyên DAÎŞ’ê li bakurê rojhilatê Nîjeryayê bajarek dagir kir û bi sedan kesên sivîl dîl girt.

Rayedarên herêmî diyar kirin ku çeteyên Dewleta Îslamî ya Efrîkaya Rojava (ISWAP) li dora herêma Gola Çadê bajarê Kûkawa dagir kirine û bi sedan kesên sivîl dîl girtine.

Rayedaran diyar kirin ku ew nizanin wê çete çi bi kesên dîl bikin.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku balefirên şer li bajarê Maîdûgûrî yê eyaleta Bornoyê hatiye danîn û bi rewşê re eleqedar dibin.

Kûkawa nêzî bajarê Bakayê ye û li dora Gola Çadê ye. ISWAP di sala 2016’an de ji Boko Haram veqetiyabû û ji xwe re rêxistineke nû ava kiribû.

Li Nîjeryayê ji sala 2009’an û vir ve 36 hezar kes ji ber şîddetê mirine û 2 milyon kes ji warên xwe bûne.

Neteweyên Yekbûyî hefteya borî diyar kiribû li eyaletên Borno, Yabe û Adamawa yên Nîjeryayê ji 13 milyon kesan pêdiviya 10,6 milyon kesan bi alîkariya mirovî heye.