DAÎŞ'ê li Enbarê êrîş kir: 9 kes mirin

Çeteyên DAÎŞ'ê li navenda navçeya Germe ya bajarê Enbar ê Iraqê êrîş birin ser hêzên Heşdî Şabî. Ji ber êrîşê 9 endamên Heşdî Şabî mirin ku yek jê fermandar e.

Çeteyên DAÎŞ'ê êrîşên xwe yên li Iraqê zêde dike. Çeteyên ku beriya niha li Tîkrît, Diyala, Mûsil û Kerkûkê êrîş kirin, vê carê li Enbarê êrîş birin ser artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî. Ji ber êrîşê 9 endamên Heşdî Şabî mirin ku yek jê fermandar e.

QEYMEQAM: FERMANDAR Û 8 KESÊN PÊ RE MIRIN

Qeymeqamê navçeya Germeyê Ehmed Xelef diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birine ser mala fermandarekî Heşdî Şabî û di navbera her du aliyan de şerekî dijwar qewimiye.

Qeymeqam diyar kir, fermandar û 8 endamên Heşdî Şabî ji ber êrîşê mirine û 3 jî birîndar bûne.

Hate ragihandin, hêzên Heşdî Şabî yên ku êrîş li wan hate kirin, ser bi koma bi navê 'Heşdî Şabî Eşayir' (Hêzên Eşîrê) ne.