DAÎŞ'ê berpirsyariya êrîşa li Tacikîstanê li xwe girt

Li Tacikîstanê ku welatekî li Asya Navîn e, roja Yekşemê êrîşek hatibû kirin û 4 tûrîst miribûn. Çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya vê êrîşê li xwe girtin.

Êrîş roja Yekşemê li herêma Dangharayê pêk hat ku bi 150 kîlometreyî li başûrê paytext Dûşanbeyê ye. 4 tûrîstên Amerîkî, Swîsreyî û Hollandayî piştî ger û geştê bi kêran hatibûn kuştin. Ji ber êrîşê 2 tûrîst jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Hundir ê Tacikîstanê Ramazon Hamro Rahîmzoda diyar kir ku 'dizîtî jî di nav de' ew hemû îhtimalan lêkolîn dikin. Tevî vê daxuyaniyê jî, çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya êrîşê li xwe girtin.

Li gorî daxuyaniya ku li malpereke nêzî çeteyan hate weşandin, DAÎŞ'ê berpirsyariya êrîşê ku 4 tûrîstan jiyana xwe ji dest dan, li xwe girtin.

Roja Yekşemê di encama operasyoneke taybet de gumanbarek hatibû girtin û 2 kesên ku 'li ber xwe dan' hatibûn kuştin. Wezareta Karên Hundir dabû xuyakirin ku ew li 3 gumanbaran jî digerin.