CPJ: Sala 2021'ê di asta rekorê de rojnamevan hatin girtin

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye, ragihand ku sala 2021'ê di asta rekorê de rojnamevan hatine girtin. Tirkiye welatê şeşemîn e ku herî zêde rojnamevan lê girtî ne.

Di rapora salane ya CPJ'ê de hate ragihandin ku li tevahiya cîhanê heta 1'ê Kanûna 2021'î 293 rojnamevan girtî bûn.

Li gorî raporê li Çînê 50, li Myanmarê 26, li Misrê 25, li Vîetnamê 23 û li Belarûsê jî 19 rojnamevan girtî ne.

Her wiha li Tirkiyeyê 18, li Erîtreyê 16, li Rûsyayê 14, li Erebistana Siûdî 14 û li Îranê jî 11 rojnamevan girtî ne. Di sala 2020'î de jî 280 rojnamevan girtî bûn.

Midûrê CPJ'ê Joel Simon got, "Sala şeşemîne ku CPJ li tevahiya cîhanê di asta rekorê de girtina rojnamevanan tespît dike."

Simon got, "Girtina rojnamevanên ku nûçeyan radigihînin, taybetmendiyeke diyarker a rejîmên otorîter e."

CPJ her wiha ragihand ku îsal 24 rojnamevan ji ber karê xwe hatin kuştin. Bi taybetî jî li Meksîka û Hindistanê.

Di raporê de Meksîka li parzemîna Emerîkayê weke welatê 'herî kujer' tê destnîşankirin. Li Meksîkayê sê nûçegihan ji ber hevpeyvînên ku kiribûn hatin kuştin. Kuştina 6 rojnamevanan jî hînê tê lêkolînkirin. Li Hindistanê sala 2021'ê çar rojnamevan hatin kuştin.