Covîd-19: NY’yê ji bo herêmên şer hişyarî dan

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres, ji ber pandemiya Covîd-19 li herêmên şer, hişyariya ‘Ya herî xirab wê bê’ da.

Antonîo Guterres di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji bo aşitiyê şensek heye, lê niha em jê dûr in. Pêwîstiyek bi lezgîn heye. Firtinaya Covîd-19 niha xwe digehîne hemû herêmên şer.”

Sekreterê giştî yê NY’yê hişyarîya, “Vîrûs wê sînoran çawa derbas bike, xwe nîşanda ku jiyanê çawa serûbin dike û her wiha nîşanda ku bi çi şêweyî welatan dişkêne û diçe. Ya herî xirab hêj ne hatiye.”

Guterres diyar kir ku ji bo banga agirbesta giştî bi taybet ji welatên weke; Kamerun, Efrîqa Navîn, Kolonbiya, Lîbya, Myanmar, Filipînya, Sudana Bakur, Sûriye, Ukranya û Yemenê bersivên pejirandinê hatin û got: “Lê belê di navbera daxuyaniyan û paratikê de xendekek mezin heye.” Her wiha Guterres da diyarkirin li berevajî vê li hinek cihan şer pir giran bûye.

Guterres destnîşan kir ku zêdetirî 70 dewlet, rêxistinên civaka sivîl, rêvebirên olî û ji yek milyonî zêdetir îmze kombûne ji bo pişgiriya agirbestek giştî û got: “Pêwîstî bi hewildanên diplomatîka rast heye.” Guterres bi domdarî got: “Ji bo çek bê rawestandin, pêwîste ji bo aşitiyê bang bê kirin.”