Covîd-19 nekarî raperînên gel bi dawî bike!

Par li gelek deverên cîhanê tevgerên mezin ên gel pêk hatin. Tevdîrên mayina li malê yên ji ber Covîd-19 çalakî asteng kirin, lê belê ji nû ve dest pê kirin.

Tevdîrên mayina li malê li gelek deverên cîhanê çalakiyên li dijî bêedaletî û newekheviyê rawestand. Hikumetan jî ev yek ji bo xwe weke firsendekê dîtin û ji bo bidawîkirina nerazîbûna civakî ketin nava hewldanan. Li hin welatan derfetên çavdêrî û kontrolê hatin zêdekirin, hin welatan jî qedexeyên li ser civîn û xwepêşandanan dirêj kir, bi vî rengî li bendê man ku nerazîbûn bi dawî bibe. Hin welatên antî demokratîk jî Covîd-19 kirin nêçira mûxalîfan.

Lê belê raperînên gel ên doh ji nû ve dest pê kirin. Li Lubnan, Fransa, Şîlî, Spaya, Iraq, Îran, Hong Kong û gelek welatên din, par çalakiyên xurt ên şermezarkirinê hebûn. Hin ji wan ji yên par hîn dijwartir dest pê kirin.

BI DEHAN MILYON MIROV BÊKAR MAN

Bi Covîd-19 re bêkarî gihîşt asta herî bilind a dîrokê, aborî ketin nava krîzên heta niha rû nedane, bêbawerî, newekhevî û bêedaletî girantir bû. Vê rewşê hem bêaramî hem jî hêrs zêde kir.

Li gorî Rêxistina Kar a Navneteweyî (ÎLO) mehên dawî li tevahiya cîhanê 135 milyon mirov bêkar man. Di çaryeka duyemîn a sala 2020'an de tê payin ku dema kar bi rêjeya 10.7 ji sedî kêmtir bibe û encamên wê hîn giran bibin. Ev rewş wê bandorê li 305 milyon mirovên ku tevahiya rojê dixebitin bike. Her wiha 1.6 milyar mirovên ku bêqeydkirî dixebitin, di her kêliyê de dikarin bêkar bimînin.

LATÎN AMERÎKÎ LI DIJÎ BIRÇÎBÛNÊ LI KOLANAN E

Hefteyên dawî li gel vîrûsa koronayê jî li welatên cuda li dijî birçîbûnê serhildanan dest pê kirin. Li Şîlî ku şewbê bandoreke giran lê kir, şêniyên taxên xizan pîvana mayina li malê binpê kirin û daxwaza alîkariya lezgîn a xurekê kirin. Çalakgeran diyar kirin ku ew ne karantînayê, lê belê xwarinê dixwazin û bi polîsan re şer kirin.

Li Bolîvyayê jî rewşeke bi heman rengî rû da. Sendîkayan xwestin ku tevdîrên karantînayê bên sistkirin û bi lezgînî ji bo hilbijartinên serokkomariyê demek bê destnîşankirin. Li Kolombiyayê ku xizanî lê mezin bûye, gel bi daliqandina paçikên sor ên şuştina firaxan daxwaza xwe ya ji bo alîkariyê anî ziman.

LI LUBNANÊ DIJWARTIR DIBE

Li Lubnanê tevgera protestoyî ya li dijî karên ne li rê ji Cotmeha 2019'an ve dewam dike. Şewbê krîza aboriyê girantir kir. Bêkariya girseyî, zêdebûna buhayê tiştan li welatê ku nîvê şêniyên wê xizan e, hêrs zêde kir. Dawiya meha Nîsanê li welêt di çalakiyên protestoyî de li hemberî polîsan şer kirin, kesekî jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes birîndar bûn. Çalakiyên ku bi rengekî aştiyane dest pêkirin, ji ber ku hikumetê bersiv nedan daxwazên wan dijwartir dibe. Ji dema destpêkirina tevdîra mayina li malê û vir ve her roj çalakiyên protestoyî hene. Belavokên ji wêneyên endamên hikumetê tên belavkirin û li ser wan jî wiha tê nivîsandin, "Ew temamiya mûçeyan werdigire, baş e tu çi digire?", "Zikê wî têr e, gelo yê te jî têr e?"

IRAQÎ JI NÛ VE XWE AMADE DIKIN

Yek ji mezintirîn tevgerên gel ên par li Iraqê bû. Bi rengekî bi xwîn û dijwar hate tepisandin. Zêdeyî 550 kes di dema xwepêşandanan de hatin kuştin. Ji ber tevdîrên mayina li malê qada Tehrîr a Bexdayê hate valakirin. Lê belê beşek ji çalakgeran kon vedan û ji bo dema piştî tevdîra mayina li malê dest bi amadekariyan kirin.

HONG KONG GERM DIBE

Li gel çalakiyên protestoyî yên li dijî nelirêtiyê, li Hong Kongê li dijî serdestiya Çînê par xwepêşandanên mezin hatibûn lidarxistin. Hong Kong ji nû ve germ dibe. Rêveberiya Çînê têkildarî "xiyanet û parçebûnê" pêşnûmeyek li ser qedexeyan amade kir. Şêniyên Hong Kongê diyar dikin ku statuya wan a xweser di rewşeke metirsîdar de ye û gef lê tê xwarin. Roja Yekşemê bi hezaran kes daketin qadan û polîsan li dijî xwepêşandêran bombeyên gazê bi kar anîn.

Li Brezîlya, Fransa, Spanya û gelek welatên din li gelek bajaran xwepêşandan mezin dibin, bi rêxistin dibin. Her sê welat welatên sereke ne ku herî zêde qurbaniyên xwe ji ber vîrûsa koronayê çêbûne.