Covîd-19: Li Îranê bêtedbîrî, nepenîtî û teoriyên komployê

Rejîma Îranê li şûna ku bi lez û bez li dijî vîrûsa Korona tedbîran bixe meriyetê, bi veşartina agahiyan hate sûcdarkirin. Piştre jî dest bi teoriyên komployê kir.

Şewba Covîd-19 ku li Çînê der bû û li gelek welatan belav bû, piştî Çînê herî zêde bandor li Îranê kir.

Li gorî daneyên ku roja Duşemê hatin eşkerekirin vîrûs bi 7 hezar û 161 kesî ketiye û 237 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

BI ŞÊNIYÊN 74 BAJARAN KET

Lê belê li gorî çavkaniyên mûxalîf vîrûs bi şêniyên 74 bajarên li 31 eyaletan ketiye. Rewş hem ji bo nexweşan hem jî têkildarî yên jiyana xwe ji dest dan felaket e. Gelek çavkanî dibêjin ku hejmara rastî tê veşartin. Her wiha Rêxistina Îstîxbaratê ya ser bi Mûxafizên Şoreşê (VEVAK) hewl dide pêşî li belavbûna agahiyan bigire.

LI TEHRANÊ DIBE KU BI 10 HEZAR KESÎ KETIBE

Serokê Komîsyona Tenduristiyê ya Meclîsa Şaredariya Tehranê Nahîd Hûdakaramî roja 1'ê Adarê daxuyaniyek da û diyar kir, "Min doh got ku dibe ku vîrûs li Tehranê bi 10 hezar kesî ketibe. Yekîneya Îstîxbaratê ya Mûxafizên Şoreşê li min geriya û gilî kir. Pirsîn ku çima min ev hejmar eşkere kiriye. Min jî jê re got, hûn ê keta kengî veşêrin."

DERFETÊN TENDURISTIYÊ KÊM IN

Li Îranê, vîrûsa Korona ku meha Sibatê der bû, piştî çend rojan ji aliyê rejîmê ve hatibû qebûlkirin. Tevî ku li herêmeke berfireh belav bûye hîn jî li bajarekî yan jî herêmekê karantîna nehatiye ragihandin. Tedbîr ji destpêkê ve kêm in. Li gel gelek doktoran dezenfekte yan jî maske nîne. Ji ber vê yekê vîrûs bi doktoran, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê jî dikeve. Ji ber kêmaniya derfetên tenduristiyê, kesên bi vîrûsê dikevin nikarin bi têrkerî tedawî bibin.

BI WEKÎL Û WEZÎRAN KET

Tê gotin ku li Meclîsê herî kêm bi 23 wekîlan ketiye. Ev yek jî 8 ji sedî yê parlamentê ye. Tevî vê yekê Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê Îrac Harîrçî, Şêwirmendê Wezareta Edaletê Mûtafa Pûrmûhammedî, Serokê Komîsyona Têkiliyên Derve û Ewlekariyê ya Parlamentê Mûctaba Zolnûr, Alîkarê Serokkomar Masûmeh Ebtekar jî bi vûrîsê ketin.

WEKÎLEKÎ BERÊ Û AYETÛLLAHEK MIRIN

Li gorî medya Îranê, wekîlekî berê Mûhammedreza Rahşamanî yê 67 salî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da. Malpera nûçeyan Entekab a li ser înternetê weşanê dike ragihand ku yek ji şagirtên Hûmeynî Ayetûllah Reza Mûhammedî Langverûdî di 91 saliya xwe de ji ber vîrûsê mir.

LI GIRTÎGEHAN BELAV BÛ, HIN KES MIRIN

Tê gotin ku vîrûsa Korona li girtîgeha Recaî Şehr, girtîgeha navendî ya Kerej, girtîgehên Ûrmiye, Şeyban û Kaşanê jî belav bûye. Li gorî çavkaniyên mûxalîf, ji ber zêdebûna hejmara girtiyan, girtî li korîdoran, li naverastê û li navendên tenduristiyê radizên. Bi girtiyan re maske û dezenfekte nîne. Tê gotin ku li hin girtîgehên weke Qezel Hesar sabûn û amûrên ji rêzê yên paqijiyê nîne. Li girtîgeha Ûrmiyeyê girtiyekî bi navê Farik Mûhammedî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî rakirin navendên tenduristiyê.

TEORIYÊN KOMPLO

Herî dawî rojnameya "reformxwaz" Etemad diyar kir ku rayedarên Îranî bal kişandine ser kokena vîrûsê.

Li gorî gelek medya Îranê, Fermandarê Giştî yê Mûxafizên Şoreşê Huseyîn Salamî got, "Vîrûsa ku destpêkê li Çînê piştre jî li Îranê belav bû dibe ku êrişeke biyolojîk a Emerîkiyan be." General got, "Divê DYE zanibe, eger wan ev vîrûs belav kiribin, wê li gelê wan belav bibe."