Colaû: Divê YE navbeynkariya Îspanya û Katalonyayê bike

Seroka Şaredariya Barcelona ya ku destekê dide referandûma serxwebûnê Ada Colaû, bang li YE’yê kir ku divê navbeynkariya Îspanya û Katalonya ya ku di navbera wan de nakokî heye, bike.

Ada Colaû ya di Gulana 2015’an de bi awayekî surprîz ji bo serokatiya şaredariyê hate hilbijartin, destek dide referandûma serxwebûnê ya ku wê roja Yekşemê pêk were.

Colaû nerazîbûn nîşanî hikûmeta navendî ya Îspanya ku bi ji bo astengkirina referandûmê ya bi destê Dadgeha Destûra Bingehîn hemû hêza polîsan seferber kiriye, da. Colaû destnîşan kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêkê şert e.

Colaû daxwaz kir ku divê bi lezgîn Yekîtiya Ewropa (YE) bibe navbeynkar, ji bo kirîza ku bi hefteyane dewam dike hişyariya ku ber bi ‘Şerekî ku wê encamên ne li bendê’ bi xwe re bîne ve diçe. Colaû wiha got: “Ez di wê baweriyê deme gelek parlementerên em yên Ewropî jî dixwazin vê asteng bikin.”

Colaû anî ziman ku divê Ewropa li beramber pirsgirêkê ‘Seknekî pasîv raber neke’, diyar kir ku şerê têkildarî referandûmê binî xet kir ku ‘Kirîza xakê ya herî mezin a di salên dawî ya li Ewropayê’ ye.

Katalonya wê 1’ê Cotmehê di referandûman serxwebûnê de bi biryar e, rêveberiya navendî ya Îspanyayê bi alîkariya polîsên Îspanya û polîsên herêma Katalan a dest danî ser dixwaze referandûmê asteng bike. Li dijî vê gelek polîsên Katalan diyar kiribû ku fermanê bi cih naînin. Hêza polîsên Katalonyayê ji 12 hezar kesan ên Mossos pêk tên.