Civîna avhewayê: NY di bin zexta ciwanan de li hev kom dibe

Rêveberên 60 welatên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ne, ji bo civîna bilind a avhewayê ya lezgîn vê Duşemê li hev kom dibin.

Civîn sê roj piştî meş û greva global a bi milyonan ciwanan a li pênc parzemînan pêk tê.

Li 163 welatan zêdeyî 4 milyon ciwan Înê tevlî grevê bûn û ji bo avhewayê daketin qadan, xwestin tedbîrên şênber ji bo avhewayê bên wergirtin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres hêvî dike ku di civîna bilind a avhewayê de rêveberên bi dehan welatan li dijî emîsyona gaza serayê sozên mezintir bidin.

Tê payin ku nêzî nîvê serokên hikumet û dewletên 136 welatan tevlî civata giştî ya salane ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bibin.

Aktîvîsta Swêdî ya 16 salî Greta Thunberg ku ji bo grevên avhewayê bû çavkanî, ji bo li pêşberî rêveberan biaxive hate vexwendin.

Kêmasiya herî mezin a civata giştî wê DYE be. Donald Trump wê li avahiya Neteweyên Yekbûyî be lê wê beşdarî civîneke din bibe.

Brezîlya û Awûstralya jî wê tevlî civînê nebin.