Çîn wê hilberîna komirê ji 5’an yek kêm bike

Komara Gel a Çînê da xuyakirin ku wê bi qademe hilberîna komirê ji 5’an yekê kêm bike.

Li Çînê ku sala 2015’an zêdetirî 3,7 mîlyat ton komir hat derxistin, sala 2020’an wê 800 mîlyon tonî kêm bike.

Li gor ajansa Xînhua, bi xebitandina komirê ji sedî 62 elektrîkê tê bidestxistin, sala 2020’an wê mezextina komirê bi giştî 4,1 mîlyar ton be. Di nûçeyê de tê gotin ku sala 2015’an 3 mîlyar û 960 ton komir hatiye xerckirin, hat diyarkirin ku wê ji îsal û şûn de hilberîna komirê bê kêmkirin.

Di nûçeya Xînhua de tê gotin ku sala 2016’an 250 mîlyon ton kêmtir komir hatiye derxistin, ragihand ku hilberîna welat heta sala 2020’an wê bi giştî 800 mîlyon tonî kêm bibe.

Para komirê ku Çînê piraniya elektrîka xwe jê digirt, wê bi çavkaniyên enerjiya nûdibe bê paşxistin. Tê zanîn ku Çîn zêdetir giraniyê dide enerjiya nukleer ku atmosferê hê kêmtir qirêj dike, lê ji bo hawîrdor û mirovahiyê xeter e.