Çîn dixwaze pêşî li komkujiya fîlan bigire
Komara Gel a Çînê, dixwaze bazirganiya li ser diranê fîlan qedexe bike, ku ev bazirganî sedema sereke ya komkujiya fîlan a li parzemîna Afrîkayê ye.
Komara Gel a Çînê, dixwaze bazirganiya li ser diranê fîlan qedexe bike, ku ev bazirganî sedema sereke ya komkujiya fîlan a li parzemîna Afrîkayê ye.
Li gorî nûçeya ajansa Xînhûa, hikûmeta Çînê wê bazirganiya diranê fîlan heta dawiya sala 2017'an bi temamî qedexe bike. Di nûçeyê de hat ragihandin, bazirganiya li ser firanê fîlan wê qonax bi qonax were qedexekirin û di sala pêş de li dijî bazirganiya li derveyî qanûnan wê operasyon dewam bikin.
Bazirganên diranê fîlan, her sal li welatên Afrîkayê rê li ber kuştina bi deh hezaran fîlan vedikin. Bazara herî girîng a van bazirganan jî Çîn e. Li vî welatî, ji bo tip a alternatîf û zêr û ziber, diranê fîlan tên bikaranîn.
Çav li rê ye, eger bazirganiya diranê fîlan li Çînê bi temamî were qedexekirin, wê komkujiya fîlan li Afrîkayê gelekî kêm bibe.