Cihêkarî û nefret bi hatina Trûmp re zêde bûn
Li gorî anketek li DYA hat weşandin, bi qasî du ji sê parên Amerîkiyan bawer in, piştî hilbijartina Donald Trûmp ji bo serokatiyê, cihêkarî û nefret zêde bûne.
Li gorî anketek li DYA hat weşandin, bi qasî du ji sê parên Amerîkiyan bawer in, piştî hilbijartina Donald Trûmp ji bo serokatiyê, cihêkarî û nefret zêde bûne.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), hin îxbarên bombe û xerakirina goristanên Yahûdiyan, tirs û fikar zêde kirin. Li gorî anketa Qûînnîpîacê, fikarên li ser zêdebûna dijberiya li Yahûdiyan zêde bûne.
Ji sedî 63 ê beşdarên anketê di wê baweriyê de ne, ku cihêkarî û nefret zêde bûye. Ji sedî 70 ê beşdarên anketê di wê baweriyê de ne ku ev yek 'giran e yan jî gelekî giran e'. Li gorî anketeke bi heman rengî ku di 9'ê Sibatê de hatibû weşandin, ev rêje ji sedî 49 bû.
Derengmayîna daxuyaniya Trûmp a li ser zêdebûna gefên li Yahûdiyan tê xwarin, bû mijara nîqaşê. Beşdarên anketê, di mijara helwesta Trûmp a li ser civaka Yahûdî de, bûne du parçe. Ji sedî 28 ê beşdaran bersiva Trûmp erênî dîtin, ji sedî 37 jî neyînî dîtin.
Antî-Defamatîon Leagûe, ku yek ji mezintirîn rêxistinên li DYA li dijî antî-semîtîzmê têdikoşe ye, ji destpêka salê û vir ve 140 îxbarên bombeyan li hemberî navendên Yahûdiyan tespît kir. Her wiha zerar li sê goristanên Yahûdiyan hat kirin.