Cezayê îdamê li Serokkomarê berê yê Pakistanê birîn

Serokkomarê berê yê Pakistanê Pervez Muşerref bi sûcdariya ku xiyanet li welêt kiriye û destûra bingehîn binpê kiriye bi cezayê îdamê hate cezakirin.

Doza li dijı Muşerref li dadgeheke antî terorê pêk hat ku ji aliyê sê dadgeran ve hate birêvebirin. Muşerref hate sûcdarkirin ku di sala 2007'an de rewşa awarte ferz kiriye.

Dadgehê Muşerref bi xiyaneta li welêt sûcdar kir û cezayê îdamê lê birî. Muşerref di heman demê de bû leşkerê destpêkê ku ji ber vê yekê hate darizandin.

Muşerref niha li Dûbaiyê dimîne û tê tedawîkirin. Muşerref ku di sala 1999'an de bi darbeyê bû desthilatdar di sala 2001 û 2008'an de ji nû ve hate hilbijartin.