Ceza li nivîskarê Tirk ê nîjadperest hate birîn

Nivîskarê Tirk ê li Elmanyayê, ku sala 2015'an di mîtîngên tevgera Pegîda de bi gotinên xwe yên nîjadperest û dijberiya penaberan rê li ber nerazîbûnan vekir, ji aliyê dadgehê ve hate cezakirin.

Nivîskarê Tirk Akîf Pîrînççî, ku sala 2015'an tevlî çalakiyên Welatparêzên Ewropî yên li dijî Îslambûna Rojava Derdikevin (Pegîda) bû, gotinên nîjadperestî û dijminatiya li penaberan anîbû ziman û bal kişandibû ser serdema Nazî.

Pîrînççî penaber weke 'dagirker' bi nav kiribû û gotin 'bê çand', 'kêrnehatî' ên biçûkxistinê, anîbû ziman. Pîrînççî di axaftineke xwe de ku li çalakiyeke Pegîda peyivî got, "Mixabin kampên komkirinê di roja îro de bi kar nayên" û rê li ber nerazîbûnên mezin vekiribû.

Dadgeha Dresdenê, ji sûcê 'tehrîka dijminatiya gelan' cezayê dayina 2 hezar û 700 Euro yê li Pîrînççî birrî.

Pîrînççî beriya niha gleek romanên krîmînal weşand û ev roman ji aliyê Random Hoûse ve hatin weşandin.