Cemeda li Arktîkayê wê ji texmînan zûtir bihele

Li gorî lêkolînekê, cemeda li Arktîkayê (Cemsera Bakur) wê ji texmînan zûtir bihele.

Lêkolîna ku pisporên Zanîngeha Calgary a li Kanadayê li ser Arktîkayê kirin, li kovara bi navê Geophysîcal Research Lettersê hate weşandin.

Di vê çarçoveyê de, wêneyên cemeda li Arktîkayê yên ji ezmanan hatin kişandin, hatin lêkolînkirin. Li gorî vê nirxandinê, tebeqeya ava şor a li ser cemedê dibe asteng ku bê pîvandin bê cemed çiqasî stûr e.

Li gorî encamê lêkolînê, tebeqeya ava şor dibe sedem ku cemed 25 ji sedî ji texmînan bêhtir stûr xuya bikin.

Di lêkolînê de hat ragihandin, ku cemeda li Cemsera Bakur ji texmînan zûtir dikare bihele û hat îdîakirin, ku cemed beriya salên 2040-2050'î wê bihele.

Vîshnû Nandan ku vê lêkolînê bi rê ve dibe anî ziman, tebeqeya ji ava şor dibe asteng ku pêlên mîkro yên ji peykê tên şandin bi têrkerî ji ser rûyê cemedê derbas bibin û ev jî dibe sedem ku şaş bipîvin vê cemed çiqasî stûr e.

Tê texmînkirin, piştî ku cemeda li Arktîkayê heliya wê şîdeta bahozên rû didin zêdetir bibe, hê bêhtir rû bidin û bi guherîna sîstema ekolojîk re wê gelek cûreyên zindiyan ji holê rabin.