Carîtasê li dijî birçîbûnê banga lezgîn kir

Li hemberî birçîbûnê û kêmbûna xurekê ya li gelemperiya cîhanê, ku ji sala 2014'an ve zêde bûye, Carîtasê bang li Swîsreyê kir ku tavilê fonekî ji 1 milyar Frankî veqetîne.

Li gorî daneyên Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Cîhanê (FAO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) li nava 7.7 milyar mirovên li cîhanê 690 milyon mirov nikarin bi têrkerî xwe xwedî bikin. Li gorî heman daneyan nebûna xwarin û xurekê bandorê li 144 milyon zarokî dike.

Yek ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî Carîtasê, şaxê wê yê Swîsreyê li ser mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di rewşekê de ku yek ji her 11 kesî nikarin bi têrkerî xwarinê bixwin, pêwîstî bi alîkariya mirovî ya berfireh heye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber vîrûsa koronayê û krîza aborî û tenduristiyê ya global ev rewş girantir bûye û bang li Konfederasyona Swîsreyê hate kirin ku bi lezgînî alîkariyê bike.

Di daxuyaniyê de ji Swîsreyê hate xwestin, ku ji bo têkoşîna li hemberî birçîbûnê divê foneke ji alîkariya mirovî ya 1 milyar Frankî veqetîne û li welatên xizan ên ketine bin bandora giran a vîrûsa koronayê bifikire.

Li gorî rêxistina Swîsreyê ya Carîtasê, birçîbûn bandora herî giran li parzemîna Efrîkayê dike, lewma divê stratejiyeke taybet a hevkariyê bi Efrîkayê re bê kirin. Her wiha divê polîtîkaya çandiniyê ji nû ve bê nirxandin û nêzîkatiyeke wekhev bê nîşandan.