Çar ji pênc parên Okyanûsan wê germ û bi asît bibin

Li gorî lêkolînek ku di kovara Natûre Commûnîcatîons de hat weşandin, eger gaza zerarê dide xwezayê neyê kêmkirin, wê çar ji pênc parên Okyanûsan germ û bi asît bibin.

Lêkolîn ji aliyê pisporên Elman, Fransayî, Amerîkî, Norwêcî û Brîtanyayî ve hat kirin. Li gorî encamên vê lêkolînê, eger gaza zerarê dide xwezayê neyê kêmkirin wê ev yek bandoreke giran li Okyanûsan bike.

Eger ev gaza navborî mîna rewşa heyî li atmosferê were belavkirin, wê heta sala 2050'î, ji sedî 80 ê Okyanûsan hem germ bibe, hem jî bi asît. Li gorî lêkolînê, eger armancên di sala 2015'an de di Konferansa Parîsê de hatin destnîşankirin bi cih werin anîn, wê du ji sê parên Okyanûsan bikeve bin bandora vê rewşê.

Li gorî pisporan, asîtbûn û germbûn wê Okyanûsên ku çavkaniya proteînê ya zêdeyî 1 mîlyar însanî ye, li zindiyan tengav bike. Ji ber germbûn û asîtbûnê, masî wê neçar bimînin ji xwe re qadeke jiyanê bibînin.

Hemû zindiyên li Okyanûsan, bi taybetî masî, weke çavkaniyên herî girîng ên xwe xwedîkirinê ya mirovan tê dîtin. Bi taybetî mirovên li welatên xizan xwe bi vê çavkaniyê xwedî dikin.