Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Çalakiyên li dijî Madûro qels derbas bûn

Li Venezûelayê, piştî ku hewldanên mûxalefeta rastgir ên ji bo têkbirina Serokdewlet Nîcolas Madûro bi rêya referandûmê bi ser neket, xwepêşandanên li kolanan ji nû ve dest pê kir.

Nîcolas Madûro, piştî mirina lîderê sosyalîst Hûgo Chavez di sala 2013'an de ji bo serokdewletê hat hilbijartin. Mûxalefeta rastgir a li welêt, Madûro weke berpirsyarê krîza aboriyê dibîne. Li ser banga van partiyên mûxalefeta rastgir, li paytext Caracasê xwepêşandanek hate lidarxistin, lê belê tenê 2 hezar kes tevlî bûn. Par li paytexta Caracasê xwepêşandaneke bi heman rengî bi tevîbûna nêzî mîlyonek kesî pêk hatibû.

Li bajarên din jî xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin, lê tevlîbûna li van deran jî tê gotin gelekî kêm e û bi tenê bi sedan kes tevlî bûne.

Venezûela yek ji wan welatan e ku rezervên mezin ên petrolê lê ne. Ji ber kêmbûna buhayê petrolê, ji sala 2014'an û vir ve li vî welatî pirsgirêkên giran ên aboriyê hene. Li gorî hin çavdêran, polîtîkayên neserketî yên hikûmeta sosyalîst jî, para xwe di vê krîzê de heye.

Mûxalefeta rastgir ku di hilbijartinên giştî de li parlamentê bû serdest, ji bo Madûro yê ku wezîfeya wî di sala 2019'an de diqede ji serokdewletiyê bê kirin, ket nava hewldana referandûmê, lê bi ser neket. Bi sed hezaran îmzeyên bi vê armancê hatin berhevkirin, hat îdîakirin ku sexte ne û daxwaza referandûmê bi vî rengî betal bûbû.

Mûxalefeta rastgir dixwaze di nava vê salê de hilbijartina pêşwest bê kirin.