Bûyerên şewitandinê li Fransayê kêm bûne
Bûyerên şewitandinê û tundûtûjiya ji ber kuştina zarokekê 17 salî li Fransayê, kêm bûne. Roja nehan a bûyeran şeva din 16 kes hatin destgîrkirin.
Bûyerên şewitandinê û tundûtûjiya ji ber kuştina zarokekê 17 salî li Fransayê, kêm bûne. Roja nehan a bûyeran şeva din 16 kes hatin destgîrkirin.
Li gor daxuyaniya ku Wezareta Karên Navxweyî da, bûyerên tund ên li Fransayê ji roja Yekşemiyê û pê ve kêm bûne.
Li gor daxuyaniya rayedaran roja Sêşemiyê da, ji roja bûyer dest pê bûne ta bi niha, 3 hezar û 625 kes destgîr bûne, 1124 kesên destgîrkirî zarok in, ji destgîrkiriyan 900 jê hatine darizandin, 380 kes hatine girtin.
Wezîr da xuyakirin ku dikanên werzişê, berçavkfiroş, dermanxane, kargeh hatine talankirin, hin jê bi temamî ji holê hatine rakirin, camên hinekan hatine şikandin.
Hikumetê da zanîn ku ji bo avakirina avahiyên xerakirî giştînameyek ragihandiye.