Bûyera Wagner tam neqediyaye
Li Rûsyayê di navbera du rojan de yekîneyeke bi pere ya taybet a Wagner, serî hilda. Rojnamevan Aykan Sever diyar kir bûyer bisekine jî wê bandora vê meseleyê bidome.
Li Rûsyayê di navbera du rojan de yekîneyeke bi pere ya taybet a Wagner, serî hilda. Rojnamevan Aykan Sever diyar kir bûyer bisekine jî wê bandora vê meseleyê bidome.
Li Rûsyayê di dawiya hefteyê de koma leşkerên bi pere Wagner li hemberî rêveberiya artêşê û Wezîrê Parastinê Sergey Şoygû serhildanek da destpêkirin.
koma çete ya Wagner, li dijî rêveberiya artêşê û Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu serhildanek da destpêkirin. Serokê Wagnerê Yevgeny Prigojin ji xwe re Şoygu kiribû hedef. Tevî vê yekê jî Pûtîn ev serîhildan wekî xiyanet bi nav kir û got wê cezayê giran lê bibirin. Bûyer tenê di nav du rojan de qewimî û piştî ku lihevkirin pêk hat Prigojin leşkerên xwe vekişand. Piştî ku yekîneyên xwe vekişand roja Duşemê got “Armanca serhildanê ne xistina hikumeta Moskovayê bû.”
Rojnamevan Aykan Sever ev bûyerên di nava du rojan de pêk hat ji ANF’ê re nirxand. Sever diyar kir divê di çarçoveya şerê cîhanê yê sêyemîn de ew li rewşê binihêrin û got “Dema mirov vê zemînê winda bike, çarçove jî winda dike. Ev tenê wekî pirsgirêkeke di nava Rûsyayê de xuya dibe lê ne wisa ye. Ev tişt rasterast beşek ji pêşveçûnên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Di karakterê vî şerî de her dem rewşên wisa kêm dibe an jî zêde dibe,derdikeve holê. Şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn pêvajoyên rasterast in lê di karakterê vî şerî de pozîsyonên dost û dijminan tevlîhev dibin.
Şerê Ukraynayê dirêj bû û plana Pûtîn jî bi ser neket. Berê digot em ê di sê rojan de bistînin lê êdî nikare vî tiştî bimeşîne, vî tiştî jî bandoreke neyînî li Rûsyayê kir. Li Rûsyayê bawerî şikest. Piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetê kapîtalîzma olîgarkan jî dest pê kir. Di heman demê de ji ber şerê Ukraynayê di navbera Serokê Giştî yê Artêşê û Wezîrê Parastinê û serokê Çeçen de jî nakokî hene. Ji ber ku têkçûnek heye û kes naxwaze vê têkçûnê bigire ser xwe.Hin sedem hebûn ku nedixwestin têkevin şer. Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi qasî 15 rojan beriya şer got, ‘Ew dixwazin me bixin nav Efxanistaneke nû’. Wî dixwest balê bikişîne ser hilweşandina Sovyetê.”
Sever bal kişand ser vekişandina Wagner û got “Wagner di şer de weke aliyê lawaz yê Rûsyayê dşihate nîşandan û dihate gotin ku ew bi tenê maye. Ew bûyer jî ev bû, di sala 2018an de, ji bo bidestxistina para petrola li Reqaya Sûriyeyê, agahiya Emerîkayiyan jê dihate çêkirin. Li vir bi qasî 200 endamên Wagnerê ji aliyê artêşa Emerîkayiyan ve hatin kuştin. Wagner vê bûyerê wekî sûcê Serfermandariya Rûsyayê dibîne. Rast e. Ji ber ku di navbera wan û rêveberiya Emerîkayê de koordînasyonek heye. Ev jî diyar dike ku di navbera Wagner û artêşê de şerekî berjewendiyê heye.
Di Şerê Ûkraynayê de, artêşa Rûsyayê herî dawîn nekarî bajarê Bakhmoûtê bistîne û Wagner xistin dewrê. Wagner jî li gorî xwe fedakariyeke mezin kir û ev der stend. Li hemberî Wezîrê Parastinê û Serfermandariyê pozîsyoneke bi awantaj bi dest xist û xwest ji desthilatdariyê zêde tiştan bixwaze.”
Sever bal kişand ser bandora vê rewşê ya li ser Tirkiyeyê û got “Erdogan telefonî Pûtin kir û got em bi we re ne. Ji ber ku di navbera her du welatan de têkilî hene. Erdogan bixwaze jî nikare vê têkiliyê qut bike. Pûtîn jî naxwaze têkiliyê qut bike. Li gorî Pûtîn ew dikare Tirkiyeyê bi kar bîne.
Erê, Erdogan telefonî Pûtîn kir, lê paşê bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê re hevdîtin kir. Hewl dide siyaseta xwe di qonaxeke din de ava bike.Sermesele heke Rûsya têkeve nav zaafekê Efrîka jî tê de wê li Kafkasyaya Başûr, Asyaya Navîn, Sûriye, Iraq, Başûrê Kurdistanê wê pêşiya Tirkiyeyê veke. Xema welatên rojava ne ev e ku vî tiştî asteng bikin. Beriya hilbijartinê pisporên Emerîkî ji Tirkiyeyê dixwestin li hemberî Rûsya, Îran û Çînê blokekê organîze bikin. Ev rol dabûn Tirkiyeyê. Ev ne bi tenê Erdogan e. Eleqeya wê bi dewleta Tirk re heye.”