Britanyayê biryara astengkirina Brexitê da parlementoyê

Li Brîtanyayê Meclîsa Mezin ên Brîtanya, biryara astengkirina derxistina ji YE’yê da parlementoyê bê ku welat bi Brûkselê re li hev bike.

Di pêvajoyeke li bendê ye ku Brîtanya di Adara 2019’an de ji Yekîtiya Ewropa (YE) derbikeve, di rewşeke ku muzakereyên Brexît ser nekeve de, wê hê aloztir bibe.

Kamaraya Avam a ku tebeqa jêr a Parlementoya Brîtanyayê ye ku beriya niha destûra bi dengdayîna ku pêk hatibû, bi awayê ku wê pêkhatina Brexîtê asteng bike hatibû guhertin. Di hevdîtinên Meclîsa Mezin ên Brîtanya (Kamaraya Lordan) hatibû kirin de, di rewşeke ku eger bi YE’yê re li hevkirin pêk neyê, biryara astengkirina Brexîtê tê dayîna parlementoyê.

Ji bo guhertina destûrê 335 dengên erê, 244 dengên na jî karê hikûmetê hê girantir kiriye.

Li bendê ye ku destûra ku hikûmetê û Serokwezîr Theresa May bixîne nava tengaviyê di mehên pêşiya me de wê li Kamara Avamê bê dengdan. Îhtimal heye ku Kamaraya Avam benda astengkirina Brexît bide guherandin an jî rabike.