Brezîlya di nava lepên krîzeke giran a aboriyê de ye
Brezîlya, ku di dema dawî de bi skandalên bertîlê yên rayedarên dewletê ket rojevê, di nava krîza herî giran a aboriyê ya dîroka xwe de ye.
Brezîlya, ku di dema dawî de bi skandalên bertîlê yên rayedarên dewletê ket rojevê, di nava krîza herî giran a aboriyê ya dîroka xwe de ye.
Li gorî daneyên fermî yên duh hatin weşandin, aboriya Brezîlyayê di sala 2016'an de bi rêjeya ji sedî 3,6 biçûk bû. Aboriya welêt, di sala 2015'an de jî bi rêjeya ji sedî 3,8'an kêm bû bû.
Biçûkbûna aboriyê ya nava du salên dawî nîşan dide, ku Brezîlya ji serdema Krîza Aboriyê ya Cîhanê ya sala 1929'an bêhtir qels bûye. Di navbera salên 1929-1933'an de aboriya Brezîlyayê ji sedî 5,3 biçûk bû bû.
Kêmbûna aboriyê, di çaryeka dawî ya sala 2016'an de ji sedî 0,9 bû. Ev rêje jî ji texmînan bilindtir bû.
Di navbera salên 2003-2010'an de, ku Lûîz Înacîo Lûla da Sîlva serokatî jê re dikir, rêjeya mezinbûna aboriya Brezîlyayê rekor şikandibû. Lê di sala 2010'a de ev rewş berevajî bû. Di sala 2010'an d rêjeya mezinbûnê ji sedî 7,5, lê di sala 2014'an de ji sedî 0,5 bû.
Ji ber kêmbûna aboriyê, rêjeya bêkariyê jî derket asta ji sedî 12,6'an. Li Brezîlyayê ku nifûsa wê zêdeyî 205 mîlyon mirovî ye, 12,9 mîlyon ji 100 mîlyonên aktîf, bêkar in.