Brexît serê malê 900 sterlîn bû bar

Hate ragihandin biryara Brexîtê (derketina ji YEyê) ku Brîtanyaya Mezin beriya bi du salan dabû, ji bo her welatîyekî bihayê 900 sterlînî bûye bar.

Tê nîqaşkirin ku piştî referanduma Brexîtê ya 23’ê Hezîrana 2016’an, malîyeta vê ya li aboriya Brîtanyaya Mezin çi qas bû.

Serokê Bankaya Ingilterê (BoE) Mark Carney ku li Kamaraya Avamê derbarê mijarê agahî dayî komîsyonê qebûl kir ku maliyeta Brexîtê ya li welêt bi bihayê dehan milyar sterlîn e.

Carney got ji biryara Brexîtê û vir ve, li welêt, ku nifûsa wê 64 milyon e, serê malê 900 sterlîn ji dest çûye û ew ketine bin dahata 2016’an, ku wan pêşbînina wê kiribû. Carney got wan ev texmîn li gorî texmîna ku ew ê li YE’yê bimînin, kiribû.

Li gorî serokê BoE’yê ji ber sedema  Brexîtê di mezinbûna aborî ya welêt de bi 1 puanî dane pêşiya zêdebûnê û di rewşeke wiha de ku rewşa aborî ya Ewropayê û cîhanê baştir be, ev windahî wê bigihe 2 ji 100’î.

Li gorî Carney piştî Brexîtê kêmbûna nirxê sterlînê bandora xwe li ser zêdebûna mehmizê û kêmbûna hilberînê bandora xwe li ser dahata millî kir. Ango ji ber sedema Brexîtê kêmbûna veberhênana biyanî jî mezinbûna aboriya Brîtanyayê kêm kir.

Li gel agahiyên ku BoE’yê dane jî tê gotin hikûmeta Brîtanyayê bandora Brexîtê ji ya ku wan hêvî dikir, kêmtir bûye. Li gorî daxuyaniyên hikûmetê ji referandûmê û wir ve berevajî ya ku ew li bendê bûn, mezinbûna aborî berdewam kiriye û rêjeya bêkariyê ji 1975’an û vir di asta herî kêm de ye.