Bombeyek li navenda Berlînê hate dîtin
Li înşaeteke nêzî gara trenê ya li navenda paytexta Elmanya Berlînê bombeyek hate dîtin. Şênî wê ji herêmê bên derxistin.
Li înşaeteke nêzî gara trenê ya li navenda paytexta Elmanya Berlînê bombeyek hate dîtin. Şênî wê ji herêmê bên derxistin.
Polîsan ragihandin ku bombeyeke ji Şerê Duyemîn ê Cîhanê maye li navenda Berlînê hatiye dîtin.
Tê payin ku tehliye sibeha Înê bê kirin. Gara trenê ya navendî, wezaretên ragihandin û aboriyê, sefaretxane, nexweşxaneya artêşê û avahiya servîsên îstîxbarata navxweyî yên li herêmê wê werin valakirin. Polîsan li ser hejmara kesên bên veguhastin agahî neda.