Bombe avêtin mala Gerry Adams

Roja Înê bombe avêtin mala lîderê berê yê Sînn Feîn Gerry Adams û mala dîrektorê partiyê yê herêma bakur. Di êrîşê de kesek birîndar nebû.

Daxuyanî ji aliyê Sînn Feîn ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku li Belfastê şeva Înê bombe avêtin malên Gery Adams û serokê partiyê yê herêma bakur Bobby Storey.

Adams li ser Twîtterê daxuyanî da û wiha got; “Em hemû baş in, kesek birîndar nebû. Ez ji bo hemû peyam û lêgerînên we spas dikim. Ez spasiya cîranan yên ku bi lez hatin cihê bûyerê, Nobedarên Herêmê û nûnerên partiyê dikim.”

Sîn Feîn ragihand ku li gorî daxuyaniyên berdevkê edalet û zabitayan êrîşkar beriya êrîşê çend deqeyan li pêşiya mala neviyên Adams bûn.

Hêzên emniyetê yê Bakurê Îrlandayê daxuyanî dan û ragihandin ku berpirsan li rojavayê Belfastê li dijî  dû navnîşanan êrîş pêk anîne.