Bombardûmana Îsraîlê dewam dike, bîlanço giran dibe

Piştî ku agirbesta navbera Îsraîl û Hamasê bi dawî bû, di bombardûmana Îsraîlê de bi sedan kesên din hatin kuştin. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ragihand ku gelek Fîlîstîniyên bêguneh hatine kuştin.

Îsraîlê ji roja Înê dema jinûve destpêkirina şer û vir ve bombe li zêdeyî "400 hedef' ên li Şerîda Xezeyê barand.

Wezîrê Tenduristiyê yê rêveberiya Hamasê ragihand ku di encama bombardûmanê de herî kêm 240 kes hatine kuştin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant got, "Bi berfirehkirina operasyonên xwe yên leşkerî em du armancên xwe pêk tînin. Ya destpêkê; em li Hamasê dixin, hîn bêhtir terorîtan, hîn bêhtir fermandaran, hîn bêhtir binesaziya terorîstan, hîn bêhtir tunelan ji holê radikin (...) û şert û mercên giran diafirînin ku berdêleke giran (Hamas) bide. Her wiah neçar dihêlin ku dîlgirtiyan serbest berde."

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî îdîa kir ku "Ji bo serketinê ji bilî dewamkirina operasyona bejahî rêyeke din nîne" û îdîa kir ku ew "bi hurmeta li hiqûqa navneteweyî" wê bigihêjin vê armanca xwe.

DYE'YÊ HIŞYAR KIR

DYE ku mafê 'xweparastinê' yê Îsraîlê yê li dijî Hamasê nake mijara nîqaşê, hişyarî da ku di êrîşên Îsraîlê de li Şerîda Xezeyê gelek mirov wê jiyana xwe ji dest bidin.

Alîkara Serokê DYE'yê Kamala Harrîs di civîna bilind a COP28 a li Dûbaî de daxuyaniyek da û got, "Gelek Fîlîstîniyên bêguneh hatin kuştin. Ya rast, ji dîmen û wêneyan tê dîtin ku êşeke gelekî giran heye."

Harrîs got, "Îsraîl ji bo parastina sivîlên bêguneh divê hîn bêhtir bike."

MACRON: ARMANCA ÎSRAÎLÊ ÇI YE?

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî got, "Bi dîtina min divê rayedarên Îsraîlî armanca xwe ya dawî êdî bi şênberî pênase bikin."

Macron anî ziman ku "ewlehiya" Îsraîlê "bi kuştina Fîlîstîniyan" misoger nabe û got, "Tunekirina Hamasê ya bi temamî çi ye û gelo kes bawer dike ku ev yek pêk were? Eger pêkan be hingî ev şer wê 10 salan dewam bike. Ne bawerim ku kes vê armancê bi rengekî cidî pênase bike. Ji ber vê yekê divê bê zelalkirin."