Bolton ji bo pêvajoya ezilkirina Trûmp ji şahidiyê re amade ye

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê berê John Bolton ku ji aliyê Serokê DYE'yê Donald Trûmp ve ji wezîfeyê hate dûrxistin, ragihand ku wê di lêpirsîna ezilkirina Trûmp de li Senatoyê şahidiyê bike.

Pêvajoya ezilkirina Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp ku ji aliyê Demokratan ve hate destpêkirin, piştî Meclîsa Nûneran li Senatoyê dewam dike. Lê belê tevî ku Komarger ên li Senatoyê serdest in li ber radibin, Demokrat dixwazin li şahidiya burokratên payebilind guhdarî bikin.

Dihate îdîakirin ku Trûmp ji bo yek ji hevrikên xwe yên serokatiyê Joe Bîden qels bike, zext li Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî kir ku der barê karê li Ûkraynayê yê kurê Bîden dest bi lêpirsînê bike. Yek ji kesên ku Demokrat dixwazin di vê mijarê de weke şahid lê guhdarî bikin, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî John Bolton e ku Trûmp ew di meha Îlonê de ji wezîfeyê dûr xistibû.

BOLTON JI ŞAHIDIYÊ RE AMADE YE

Bolton ku mehên derbasbûyî ji bo daxwaza Demokratan a şahidiya li Meclîsa Nûneran bi hinceta 'fikarên hiqûqî' bersiveke neyînî da, ragihand ku eger Senato bixwaze ew amade ye ku şahidiyê bike.

Eşkere ye ku şahidiya Bolton wê Serokê DYE'yê Donald Trûmp tengav bike. Bolton ji ber wezîfeya xwe ya Şêwirmendiya Ewlekariya Neteweyî di mijara Ûkraynayê de xwedî agahiyên herî zêde ye.

ENCAM JÊ DERNEKEVE JÎ DI NAVA GEL DE DIKARE QELS BIBE

Bi şahidiya John Bolton re nayê payin ku encameke cuda di pêvajoya ezilkirina Trûmp de derkeve holê. Li Senatoya ku 100 endamên xwe hene 51 Komarger in û nayê payin ku li dijî Trûmp dengê xwe bi kar bînin.

Lê belê tê texmînkirin ku Demokrat bi şahidiya Bolton re dixwazin Trûmp li ber çavên gelê Emerîkayê qels bike.