Bolton: Delîlên li ser Îranê wê pêşkêşî KENY werin kirin

Rêveberiya DYE'yê, êrîşa li ser keştiyên bazirganiyê yên li Kendava Ûmmanê Îranê berpirsyar dibîne. Rêveberiya DYE'yê ragihand ku wê delîlên di vî warî de pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bikin.

Li peravên Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, beriya du hefteyan li dijî çar keştiyên bazirganiyê yên welatên cuda çalakiya sabotajê hatibû kirin. Ti hêzê berpirsyariya bûyerê li xwe negirt, lê belê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û gelek welatên Ereb ên li herêmê Îran ji êrîşê berpirsyar nîşan dan.

Ji afirînerên polîtîkayên tund ên rêveberiya Trump ên li dijî Îranê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî John Bolton, careke din Îran berpirsyar nîşan da. Bolton ji rojnameya The Guardian re axivî û îdîa kir, 'bi delîl be ya jî bê delîl be' her kes dibêje ku Îran li pişt êrîşê ye.

Bolton diyar kir, delîl hene ku nîşan didin li pişt sabotajan Îran an jî hêzên ku Îran piştgiriya wan dikin hene û got, wê van delîlan pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bikin. Tê gotin, Bolton wê delîlên ku qala wan dike, hefteya bê pêşkêşî KENY bike.