Bolsonaro "Trûmp ê Tropîkan" li dijî sosyalîzmê şer ragihand

Serokkomarê nû yê Brezîlyayê Jaîr Bolsanaro ku meyla xwe ber bi dîktatoriyê ve heye, bi merasîmekê dest bi wezîfeya serokkomariyê kir.

Bolsonaro di merasîmê de got, "Îro ew roj e ku gel wê xwe ji sosyalîzmê rizgar bike."

Piştî ku Bolsonaro ji bo serokkomariya Brezîlyayê hate hilbijartin, ev welatê ku li Latîn Emerîkayê welatê herî mezin e, berê xwe da rastgiriya tund.

Bolsonaro ala Brezîlyayê hejand û got, "Ev al ala me ye", "Heta ku xwîna me nerije, wê ti carî sor nebe."

Solsonaro ku piştî vekişîna Partiya Karker dawî li desthilatdariya çep a 13 salan anî, bi feraseta xwe ya dijminatiya li jinan û antî-komunîst tê naskirin. Bolsonaro beriya niha dabû xuyakirin ku eger bibe Serokkomar wê endamên partiya Karker hemûyan bigire ya jî sirgûn bike.

Bolsonaro got, "Em ê sîstemê li vî welatî bi cih bikin (...) Ji bo avakirina Brezîlyaya bi dilê me ye, hûn dikarin bi min piştrast bin." Bolsonaro nerazîbûn nîşanî teoriya femînîst jî dabû.

Axaftina Bolsonaro ji aliyê Serokê DYE'yê Donald Trûmp ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Trûmp li ser hesabê Twîtterê ev peyam da: "Ez Serokkomar Jaîr Bolsonaro pîroz dikim ku di merasîma sondxwarinê de axaftineke super kir. DYE bi we re ye."

Bolsonaro ji ber polîtîkayên xwe weke "Trûmp ê Tropîk" tê binavkirin.

Bolsonaro di roja destpêkê ya Serokkomariya xwe de li dijî krîmînalîte, nelirêtî û îdeolojiya çep şer îlan kir. Bolsonaro ku ji aliyekî ve qala têkoşîna li dijî krîmînalîteyê dike, li aliyê din, biçekbûna şexsî diparêze. Îdîa dike ku wê bi vî rengî ewlekariyê misoger bike.