Bîst sal bi şûn de cardin li DYE’yê kes bi tayê ketine

Saziyên tenduristiyê yên rayedar ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, ragihand ku bîst sal bi şûn de dîsa kes li DYE’yê bi tayê ketine.

Tora Navendên Kontrol û Girtina Ber Li Nexweşiyan a DYE’yê (CDC) got, rast e ku li Teksasê û Florîdayê pênc kes bi tayê ketine.

CDC’yê anî ziman ku nexweş tev derman dibin û rewşa wan baş dibe.

Hat diyarkirin ku li Florîdayê çar û li Teksasê jî kesek bi tayê ketine, lê tu têkiliya taya li Florîdayê û Teksasê bi hevdu re nîn e.

Bang hat kirin ku kortikên avê yên li navçeyên Sarasota û Manate yên Florîdayê ku mêş jê çêdibin, bên valakirin û ji welatiyan re hat gotin ku bila pantor û cilên dirêj li xwe bikin ku parastina xwe ji mêşan bikin.

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, herî dawî li navçeya Palm Beach a Florîdayê heşt kes bi tayê ketin.

Li gor daneyên dawîn ên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) sala 2021’ê 619 hezar kesan ji ber tayê jiyana xwe dest daye.

Zêdeyê nîvê nifûsa cîhanê kes li cihên ku rîska tayê heye dijîn. Kes bi piranî li Efrîkayê ji ber tayê jiyana xwe ji dest didin.