Biryara Trûmp a vekişînê: Bolton diçe Tirkiye û Îsraîlê
Hate ragihandin, li ser biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp a vekişîna ji Sûriyeyê, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî John Bolton wê li Tirkiye û Îsraîlê hevdîtinan bike.
Hate ragihandin, li ser biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp a vekişîna ji Sûriyeyê, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî John Bolton wê li Tirkiye û Îsraîlê hevdîtinan bike.
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê trûmp Bolton daxuyaniyek da û diyar kir ku wê li Tirkiye û Îsraîlê hevdîtinan bike. Bolton bi rêya twîtterê daxuyanî da û ragihand, 'qonaxa nû' ya têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û mijarên ewlekariyê yên der barê mutefîk û partnerên xwe yên li herêmê, wê werin nirxandin.
Bolton got, wê meha Çileyê serdana Tirkiye û Îsraîlê bike.