Bîlançoya vîrûsa koronayê giran dibe

Li gelemperiya cîhanê hejmara nexweş û qurbaniyên vîrûsa koronayê giran dibe. Hejmara nexweşan gihîşt 350 hezar kesî, ya qurbaniyan jî 15 hezar kesî.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da ku metirsiya mirinê li ser ciwanan jî heye.

TIRKIYE

Rayedarên dewleta Tirk diyar kirin ku hejmara nexweşên bi vîrûsa koronayê li welêt bûye 1236 kes û ya qurbaniyan jî 30 kes in.

Rayedarên hikumetê ragihandin ku li 36 wargehên li 23 bajaran 11.269 kes di karantînayê de ne. Lê belê rêxistinên tenduristiyê dibêjin ku hejmara nexweşan û qurbaniyan ji yên hatine eşkerekirin zêdetir e.

Li Tirkiyeyê di halê hazir de tevdîreke cidî ya hatiye wergirtin nîne. Li şûna ku piştgiriya aborî û tenduristiyê bidin civakê, desthilatdariya AKP-MHP'ê piştgiriya patronan dike. Desthilatdarî her wiha bi desteserkirina şaredariyên HDP'î û destgîrkirina Kurdan li pêşiya têkoşîna li dijî vîrûsê dibe asteng.

ÎTALYA

Li Îtalyayê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê di nava mehekê de gihîşt 5476 kesî. Tevî ku di ser tevdîrên karantînayê re 2 hefte derbas bûne, ev hefte 'krîtîk' tê dîtin. Hejmara nexweşên li welêt gihîşt 60 hezar kesî.

DYE

Li Emerîkayê heta niha 35 hezar kes bi enfeksiyona vîrûsa koronayê ketine. Hejmara qurbaniyan 450 kes derbas kir. Yek ji sê parên nifûsa Emerîkayê li malê dimîne. Li gorî rayedaran, bi fermana eyaletan a ji bo 'mayina li malê' re hejmara mirovên li malê dimînin gihîştiye derdora 101 milyon kesî.

KANADA

Li Kanadayê hejmara qurbaniyan 24 saetên dawî li gorî rojek beriya niha bi rêjeya 50 ji sedî zêde bû. Li welêt 20 kes ji ber şewbê mirin, hejmara nexweşan bû 1470 kes.

SWÎSRE

Li Swîsreyê hejmara nexweşan gihîşt 8500 kesî. Hejmara qurbaniyan jî roj bi roj zêde dibe. Li welêt heta niha zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan.

SWÊD

Li Swêdê hejmara nexweşan zêde bû. Zêdeyî 2 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketin. Hejmara qurbaniyan jî bû 25 kes.

BELÇÎKA

Li Belçîkayê 342 kesên din bi vîrûsê ketin, hejmara nexweşan bû 3700 kes, ya qurbaniyan jî 80 derbas kir.

ELMANYA

Li Elmanyayê nexweşên vîrûsa koronayê zêde bûn. Li gorî daneyên zanîngeha John Hopkîns û rayedarên tenduristiyê yên xwecihî li Elmanyayê 26 hezar 220 kes bi nexweşiyê ketine û 111 kes jî bûne qurbanî.

ÎRAN

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 127 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Bi vî rengî hejmara qurbaniyan bû 1812 kes, ya nexweşan jî gihîşt 23 hezar 49 kesî.

FRANSA

Li Fransayê jî 671 nexweşên din zêde bûn û hejmara nexweşan bû 16.689 kes. Ya qurbaniyan jî 700 kesî derbas kir.

SPANYA

Li Spanyayê hejmara nexweşan bû 3 hezar kes, ya qurbaniyan jî 2200 derbas kir. Li welêt hejmara qurbaniyan di asteke krîtîk de ye.

HOLLANDA

Li Hollandayê heta niha 4200 kes bi vîrûsê ketine û 179 kesî jiyana xwe ji dest dane.

KOREYA BAŞÛR

Li Koreya Başûr hejmara nexweşan gihîşt 9 hezar kesî. Hejmara qurbaniyan jî 111 kes in.