Bîlançoya tsûnamî ya li Endonezyayê giran dibe

Hejmara mirovên ji ber tsûnamiya li Endonezyayê jiyana xwe ji dest dan bû 222 kes.

Tsûnamî doh êvarê ji ber teqîna volkanê Krakatoayê rû da. Pêlên deryayê yên li rojava û başûrê girava Sûmatrayê rabûn, bi sedan avahî dan ber xwe.

Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê Saziya Rêveberiya Felaketê ya Neteweyî ve hate eşkerekirin, hejmara mirovên ji ber karesatê jiyana xwe ji dest dane bûye 222 kes. Hate ragihandin, bi sedan kes jî ji ber tsûnamiyê birîndar bûne.

Beriya niha hatibû eşkerekirin ku 168 kes mirine, 745 kes birîndar bûne û 30 kes jî winda bûne.

Krakatoa, sedsala 19'an dema ku teqiya, xwelî û kevirên jê pengizîn bi qasî 20 kîlometreyan bilind bûn û mîna ewrekî li herêmê belav bûn. Ji ber teqîna volkan, herêm mîna şevê reş bûbû û tsûnamî pêk hatibû. Di encama wê teqîn û tsûnamiyê de 17 hezar kes miribûn.

Li Endonezyayê 17 hezar girav û giravên biçûk hene. Ev welat li ser sê plakayên mezin ên tektonîk in û li ser Kembera Êgir a Pasîfîk e.

28'ê Îlonê bi dijwariya 7.5 pileyî erd hejiya bû û tsûnamiyê rû dabû. Di encamê de bajarê Palû hilweşiya bû û herî kêm 2.073 kes miribûn. 5 hezar kes jî winda bûbûn. Gelek kes di binê xirbeyê avahiyên hilweşiyayî de mabûn.

Sala 2004'an ji ber erdheja bi dijwariya 9.3 pileyî ya li peravên girava Sûmatrayê, tsûnamiyê rû da bû û li peravên Okyanûsa Hîntê 220 hezar kes miribûn. 168 hezar ji van li Endonezyayê miribûn.