Bîlançoya êrîşa li Kabûlê giran bû: 31 mirî, 54 birîndar

Li paytexta Afganîstan Kabûlê, ji ber êrîşeke xwekujî ya li navenda qeyda hilbijartinê herî kêm 31 kes mirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Vahîd Majrûh diyar kir ku êrîş li navendeke hilbijartinê ya qeydkirinê hatiye kirin û 54 kes jî birîndar bûne. Fikar hene ku encam girantir bibe.

Girseya gel li herêmê li hev civiya û dirûşmên "Mirin ji hikumetê re", "Mirin ji Talîbanê re" qîriya. Heta niha kesî êrîş li xwe negirtiye. Şêniyên taxa ku êrîş lê hate kirin bi giranî Şîa ye. Ev civat ji sala 2016'an û vir ve timî dibe hedefa êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê.

Li Kabûlê cara yekê ye ku li dijî navendeke hilbijartinê ya lîste lê dihate amadekirin êrîş tê kirin. Hilbijartin wê 20'ê Cotmehê bê kirin. Ji 14'ê Nîsanê ve qeyd lê tê kirin.

Roja Sêşemê, sê wezîfedarên Komîsyona Hilbijartinê û du polîs li wîlayeta Hor a li navenda welêt hatibûn revandin û piştî 48 saetan hatibûn berdan. Rayedarên xwecihî diyar kiribûn ku Talîban ji revandinê berpirsayar e.

Ji sala 2010'an û vir ve cara yekê ye hilbijartina giştî tê kirin. Sala 2014'an hilbijartina serokatiyê hatibû kirin. Piraniya gelê Afgan dixwaze ji parlamenta ji 249 kursiyan rizgar bibe ku dema wê ya wezîfeyê ev 3 sal in temam bûye.