Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Bîlançoya erdheja li Fasê giran dibe: Herî kêm 820 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî bîlançoya nû, di erdheja bi pîleya 7’an de ya ku li Fasê pêk hat, herî kêm 820 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Erdhej bi şev li eyaleta El Havuz a li başûrê rojavayê bajarê Marakeşê pêk hat.

Li gorî bîlançoya nû ya ku Wezareta Karên Navxweyî daye, herî kêm 820 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di erdhejê de 672 kes birîndar bûn ku rewşa 205 kesan giran e. Tê diyarkirin dibe ku bîlanço hîn girantir bibe.

394 kes li El Havûz ya ku navenda erdhejê ye û 271 kes jî li başûr Tarûdantê ya li Başûr jiyana xwe ji dest dane.

Piştî erdheja di sala 1960’î de ya ku li Agadirê çêbûbû û 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ev erdheja îro jî wekî erdheja herî giran kete qeydan.