Bîden: Trûmp welat kiriye qada şer

Namzetê serokatiya DYE'yê Joe Bîden, Serokê DYE'yê Donald Trûmp bi sorkirina bûyerên li Mînnesotayê sûcdar kir û destnîşan kir ku Trûmp welat kiriye qada şer.

Li DYE'yê, ku raperîna piştî qetilkirina George Floyd rû da didome, Donald Trûmp bi daxuyaniyên xwe yên sorkirin û tevdanê hîn bêhtir dibe rojev. Gotinên Trûmp ên têkildarî Reşikan û Hîspanîkan nîjadperestiyê sortir dike.

Endamê Partiya Demokrat Joe Bîden ku di hilbijartinên Mijdarê de hevrikê herî xurt ê Trûmp e, nerazîbûneke tund nîşanî wî da. Bîden diyar kir, ku Trûmp 'welat kiriye qada şer' û îdîa kir ku eger ew bê hilbijartin 'ji bo pêçandina birînên ji ber nîjadperestiyê vebûne' çi ji destê wî bê wê bike.

Bîden got, "Ji wî (Trûmp) heye ku dijberkirin û rakirina li ber hev a mirovan wê bi kêrî wê bê" û îdîa kir ku vê yekê jî ji bo serketina di hilbijartinên serokatiyê de yên 3'ê Mijdarê de dike.

Joe Bîden bal kişand ser fetisandina George Floyd ji aliyê polîsekî ve û got, "Mirina George Floyd ê 46 salî yê hefteyek berê li Mînneapolîsê, ji bo welatê me û me hemûyan elektroşoqeke."