Bi xerabûna Bendava Kahovkayê re, bermayiyên şerekê mezin derketin holê
Piştî xerabûna Bendava Kahovkayê li Ûkraynayê, av ku kişiya û bermayiyên derketin holê, hat diyarkirin ku dibe ku şopên şerekê kevintirîn ên di dîrokê de bin.
Piştî xerabûna Bendava Kahovkayê li Ûkraynayê, av ku kişiya û bermayiyên derketin holê, hat diyarkirin ku dibe ku şopên şerekê kevintirîn ên di dîrokê de bin.
Bendavê Kahovkayê, 6 Hezîranê teqiya. Bi teqîna bendavê re av ku kişiya, bermayiyên serdemeke kevin derketin holê. Hat diyarkirin ku tasên ser û çekên derketine holê, dibe ku bermayiyên şerê mezin ê Dînyeperê bin ku Sovêt û Elmanan sala 1943’yan kir.
Di çend vîdyoyan de ku her du seriyên Dînyeperê hatine kişandin, qafik di nava heriyê de xuya dikin. Ji wan yek jê mîxfereke Elman a aîdê Şerê Cîhanê yê Duyemîn e.
Gelek dîroknasên bi rojnameya Gûardîanê re axivîn, got ku bi ya wan, dibe ku bermayiyên leşkerên mirî yên şerê Dînyeperê yê mezin sala 1943’yan bin.