Bi tundiya li jinan, li Manîpûrê rê li ber tundiya etnîkî vebû
Li eyaleta Manîpûrê ku nêzîkê sê mehan e di navbeyna Meîteî û Kûkiyan de pevçûnên qewmî û olî çêdibin, dibe ku şerekê navxweyî biqewime.
Li eyaleta Manîpûrê ku nêzîkê sê mehan e di navbeyna Meîteî û Kûkiyan de pevçûnên qewmî û olî çêdibin, dibe ku şerekê navxweyî biqewime.
Li eyaleta Manîpûrê ku li bakurê rojhilatê Hindistanê, nêzîkê sê mehan e qebîleyên Meîteî û Kûkî pev diçin. 19’ê Tîrmehê vîdyoyek li ser medyaya dîjîtal hat weşandin. Di vîdyoyê de xuya ye ku du jinên ji qebîleya Kûkiyan hatine tazîkirin, bi erdê re tên kaşkirin û komek mêrên çekdar ên ji qebîleya Meîteiyan dest dirêjê wan dikin.
Polîsan, herî kêm çar kes ji sûcê revandin û destdirêjiya bi komî girtin û daye pey 30 kesên din.
DI NAV 3 MEHAN DE 125 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA
Qebîleyên Kûkî û Nagayan ku li eyaleta Manîpûr a li ser sînorê Bûrmayê dijîn û komên herî bêavantaj ên Hindistanê ne, 3’yê Gulanê li dijî qebîleya Meîteiyan dest bi çalakiyeke protestoyî kir. Dadgehê ku bi biryara xwe dilê qebîleya Meîteiyan xweş kir, berê qebîleyan ket hev.
Cihê Meîteî lê dijîn cihekê şên e, xweş e. Lê cihê Naga û Kûkî lê dijîn ji paş re maye.
4’ê Gulanê jin li herêma Kangpokpiyê hatin tazîkirin û dest dirêjê wan hat kirin, lê ku rayedaran înternet girt bûyer bi derengî derket holê. Bi komî dest dirêjê jineke din a 21 salî hat kirin; bira û bavê wê ji aliyê êrîşkaran ve hatin kuştin.
Polîsan di der barê vîdyoyê de, zêdeyê du mehan tu tişt nekir.
Ji meha Gulanê ku bûyer li Manîpûrê qewimîne ta bi niha herî kêm 125 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi dehhezaran kesan terka malên xwe kiriye.
JIN LI SERANSERÊ WELÊT ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ LI DAR DIXIN
Li Manîpûrê, jinan mala kesê jê şik tê kirin ku destdirêjî kiriye, da ber keviran û xanî da ber agir.
Komên daxwaza edalet û lêpirsînê di der barê bûyera dawîn de dikin, niyet heye ku li derên cuda yên Hindistanê çalakiyên protestoyî li dar bixin.
Ji Înîsiyatîfa Jinan a Ji Bo Azadiyê ya bakurê rojhilatê Hindistanê Bînalakshmî Nepram ku daxuyanî da El Cezîreyê, got: “Îro tiştên em li Manîpûrê dibînin, serdemek ji serdemên tarî yên dîroka me ye. Tiştên hatin serê xwişkên me- ev û gelek gelek êrîşên zayendî yên nehatine ragihandin li Manîpûrê diqewimin. Ne bi tenê ji 3’yê Gulanê heta bi niha, êrîşa zayendî û tecawiz; di pevçûnan de wek çekekê tên bikaranîn.”