Bi roketan êrîşî navendeke leşkerî ya DYE ya li Kerkûkê hate kirin

Li Iraqê bi roketan êrîşeke li dijî navendeke leşkerî ya leşkerên Emerîka lê bi cih bûbûn, hate kirin.

Hate ragihandin ku êrîş li navendeke leşkerî ya K1 a Kerkûk ku yek ji herêmên bi nakoke pêk hatiye. Têkildarî êrîşê agahiyên berfireh nehatin girtin.

Li navenda leşkerî ya girêdayî artêşa Iraqê leşkerên Emerîkî jî lê hatine bicihkirin.

Herî dawî roja 27’ê Kanûna 2019’an derdorî 30 roketan hatibû avêtin, leşkerekî Emerîkî miribû.

Washîngtonê Tugayên Hîzbûllahan ên di bin sêwana Heşdî Şebî yên alîgirê Îranê ji êrîşa 27’ê Kanûna 2019’an hatibû kirin, berpirsyar nîşan dabû, ev kom kiribû hedef û 25 milîs kuştibû. Her wiha DYE’yê 3’yê Çileyê li nêzî balafirgeha Bexdayê fermandarê Îranê Qasim Silêmanî û fermandarekî Heşdî Şebî kuştibû.