Bi navbeynkariya Rûsya û Mirsrê li Hûmusê agirbest

Wezareta Parstinê ya Rûsyayê ragihand ku li herêmeke din a şer ku di navbera komên dijî rejîma Sûriyeyê dewam dike de, weke harêma bê şar îlan kirine.

Berdevkê wezaretê Îgor Koaşevkov ê ku ji Rossiya 24 TV’yê re axivî, anî ziman li herêmên ku dikevin bakurê bajarê Hûmûsê ku 150 hezar kes lê dijîn, agirbest lê îlankirine.

Berdev, destnîşan kir li herêmên ku dikevin bakurê Hûmûsê ku jî îro û pêve wê şer rawestin, nêzî 147 hezar kes lê dijîn.

3 bajarên ku di destê komên ‘muxalîf û 12 gundên di bin kontola rejîmê de ne ku dikevin bakurê Hûmûsê di nav herêmên agirbestê de cih digirin.

Hat diyarkirin ku biryara agirbestê piştî hevdîtinên bi navbeynkariya Rûsya û Misrê ya li Qahîrê û şûnde hatiye girtin. Endamê koma bi navê El Ghad ê ji Ajansa Nûçeyan a Mirsê MENA re axivî jî diyar kir ku hevdîtin bi erênî bi encam bûye.