Bi moşekan êrîşî Erebîstana Siûdî hate kirin

Hêzên parastina hewayî yên Erebîstana Siûdî ragihand ku li esmanên paytext Riyadê li fuzeyekê xistine.

Televîzyona El Arabiya ragihand ku hêzên parastina hewayî yên Siûdîyê li esmanên paytext Riyadê li fuzeyekê xistine.

El Arabiya îdîa kir ku fuze ji aliyê şervanên Hûsî yên Yemenê ve hatiye avêtin. Beriya vê nûçeyê jî AFP’ê diyar kir ku li esmanên Riyadê 3 teqîn çêbûne.

Di nava rojê de jî artêşa Siûdiyê ragihand ku li baregeha navneteweyî ya Abha ku dikeve başûrê welat, balafireke keşfê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatiye xistin.

Berê de Hûsiyan gelek caran fuze avêtibûn Riyadê. Siûdî ji Adara 2015’an ve li Yemenê li dijî Hûsiyan şer dike. Îran jî bi piştgirîdayîna Hûsiyan tê sûcdarkirin.

Yek ji serokê Hûsiyan Salih Alî El Sammed roja Duşemê daxuyanî dabû û gef xwaribû ku wê sîstema parastina hewayê wê Riyadê nikaribe biparêze.