Bi milyonan xwendekar ji bo avhewayê dadikevin qadan

Xwendekar ji bo avhewayê li qada navneteweyî îro dikevin grevê û çalakiyan dikin.

Çalakiyan li Pasîfîk û Awûstralyayê dest pê kirin. Tê payin ku çalakiyên îro bên kirin çalakiyên herî girseyî yên heta niha bin.

Li Awûstralyayê bi deh hezaran xwendekar xwe amade dikin ku di serî de li Sydney û Melbourneyê li gelek bajaran dakevin qadan.

Li gelemperiya dinyayê wê li 156 welatan zêdeyî 5 hezar çalakî bên kirin û tê payin ku bi milyonan xwendekar li hev kom bibin.

Tê texmînkirin ku li New Yorkê 1,1 milyon xwendekar dersan boykot bikin û tevlî xwepêşandanan bibin.

Kampanya Fridays for Future ku xwendekara Swêdî Greta Thunberg pêşengiyê jê re dike, dixwaze zarokan li tevahiya dinyayê daxîne qadan û bikin ku yên mezin bikevin nava liv û tevgerê.

Thunberg a 16 salî Çarşemê bang li kongreya Emerîkayê kiribû û gotibû, "Dixwazim ku hûn guh bidin zanyaran. Dixwazim ku hûn li dora zanistiyê bibin yek. Piştre jî bi rengekî rasteqîn bikevin nava liv û tevgerê."