Bi koordîneyî êrîşî meşa jinan a li Pakistanê kirin

Li dijî meşa jinan a li paytexta Pakistan Îslamabadê bi koordîneyî êrîş hatin kirin.

Têkildarî meşa 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê organîzetorên meşê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi kevir û daran êrîşî wan hatine kirin.

Ji organîzetoran Îsmet Şahcahan got: “Êrîşa hêzên serwer  û rastgir (oldar) ên koordîneyî ya li dijî tevgera jinan e.”

Şahcahan a di civîna çapemeniyê de axivî got: “Daxwaza lêkolîneke serbixwe dikin.”

Polîsên Îslamabad ragihand ku şeva Yekşemê di derbarê 35 gumanbar de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Organîzatorên jin diyar kir ku polîs bûyerê hesanî digirin dest û li dijî gumanbaran lêpirsînên wan di asta jêr de digire.

Li Pakistanê jin bi dehê salan in ji bo mafên xwe yên bingehîn têkoşînê dike. Her sal bi sedan jin piranî di bin navê ‘namûsê’ de ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin.