Bi hezaran karkerên veguhestinê li Brûkselê meşiyan

Bi hezaran karker li paytexta Belçîka Brûkselê, li ser nerazîbûna daxuyaniya rikberiya li gelek sektoran û şûnde daketin kolanan. Li bajar veguhestin sekinî.

Karkerên veguhestina hewayî û behrê, dixebitin, karkerên rêya hesin û ajokarên kamyonan  yên li Yekîtiya Ewropayê li Brûkselê hatin ba hev.  Ji ber çalakiyê tunela paytextê hate girtin û trafîk sekinî.

Di meşa bi hezaran kes tevlî bû de, alên Senîdakyên komunîst a Fransa CGT û sendîkayên Baca Elman bal kişand. Çalakvanan banga divê li Ewropa veguhestineke hê adiltir bê pêkanîn, kirin.

Berdevkê Federasyona Karkerên Veguhestina Ewropa (ETF) Bryn Watkîns got: “Dawî li mêtingeriyê bînin! Nêzî 10 milyon karkerên sektora veguhestinê yên Ewropî, karekî hê baştir maf dikin.”