Bi gumana sabotaja li rêya trênê ya Elman kesek hate girtin
Hate gotin Iraqiyek ku guman jê hate birîn li dijî rêya trênê ya Elman dixwaze ''êrîşeke terorî'' bike li Avûstûryayê hate girtin.
Hate gotin Iraqiyek ku guman jê hate birîn li dijî rêya trênê ya Elman dixwaze ''êrîşeke terorî'' bike li Avûstûryayê hate girtin.
Dozgeriya Viyana di daxuyaniyê de got kesekî 42 salî Cotmeh û Kanûna 2018'an ziyan daye binavaniya rêya trênê ya Elman xwestiye ku ''êrîşa terorî'' bike.
Li gorî dozgeriyê kesê navborî tevlî nav du bûyeran bûye ku zêde rê ber mirinê û ziyaneke mezin venekiriye.
Li nêzî Berlînê ziyan gihaşte ser katenerekî, her wiha qebloyeke ji pola li ser rêya trênê hatibû bicihkirin ku ji Nurnbergê diçe Mûnîhê.