Bi dehan tankên Îsraîlê ketin nava Şerîda Xezeyê

Artêşa Îsraîlê bi dehan tank, wesayitên ji yekîneyên leşkerî û bûldozeran ketin nava başûrê Şerîda Xezeyê û nêzî bajarokê Xan Yûnûsê.

Şerê navbera Hamas û Îsraîlê ji 7'ê Cotmehê û vir ve dewam dike. Artêşa Îsraîlê di nava 59 rojan de zêdeyî 10 hezar carî êrîş kir. Di 27'ê Cotmehê de jî dest bi operasyona bejahî kir.

Îsraîlê piştî ku ragihand ku wê operasyonên bejahî berfireh bike, êrîşên li başûrê Şerîda Xezeyê di nava çend rojan de li herêma Xan Yûnûsê zêde bûn.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre şahidên bûyerê, wesayitên leşkerî yên Îsraîlê roja Duşemê bi 'du kîlometreyan' ketine nava gundê El Karara yê li bakurrojhilatê Xan Yûnûsê.

Li gorî şahidên bûyerê bi dehan tank, wesayit û bûldozer ketin nava Şerîda Xezeyê.