Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Bi dehan çeteyên Boko Haram hatin kuştin

Çeteyên Boko Haram ku bîat ji çeteyên DAIŞ'ê re kiriye, duh li Nîjerya û Nîjerê êrîş kirin. Di şerê li vir de gelek çete hatin kuştin.

Li bajarê Geskeroû yê li herêma Dîffa ya Nîjerê, çeteyên Boko Haram êrîşî baregeheke leşkerî kirin. Di vê êrîşê de herî kêm 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya artêşa Nîjerê, piştî êrîşa çeteyan ji hewayê ve bomberdûman hatiye kirin û 'gelek' çete hatine kuştin.

Li aliyê din, balafirên Nîjeryayê duh êrîşî çeteyên Boko Haram ên li bajarê Rannê kirin. Hat ragihandin, bi destwerdana yekîneyên artêşê re herî kêm 15 çete hatine kuştin.

Roja Sêşemê li Rannê, di bomberdûmana ku hat îdîakirin balafirên Nîjeryayê bi 'şaşitî' kiriye, herî kêm 200 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji ber êrîşên Boko Haram ên li Nîjerya û welatên din ên cîran, ji sala 2009'an û vir ve zêdeyî 15 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Jİ ber şer, zêdeyî 2 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûne.