Bi deh hezaran kes li Macarîstanê li dijî Orban meşiyan

Li dijî Serokwezîr Vîktor Orban ku ji ber rêbaza xwe ya rêveberiya otorîter dibe sedema nerazîbûnan, bi deh hezaran kes meşiyan.

8'ê Nîsanê partiya Fidesz ku Vîktor Orban serokê wê ye, ji bo cara sêyemîn piraniya kursiyên li parlamentê wergirt.

Orban tevî gotinên xwe yên li dijî biyaniyan û Yahûdiyan, bi rêbaza xwe ya rêveberiya otorîter jî dibe sedema nerazîbûnan. Xwepêşandanên protestoyî yên li dijî Orban dewam dikin.

Zêdeyî 30 hezar kes duh êvarê daketin kolanên paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê û li dijî Orban dirûşm qîriyan. Hefteya derbasbûyî jî li Bûdapeşteyê xwepêşandanek hatibû kirin û zêdeyî 100 hezar kes tevlî bûbûn.

Xwepêşandêran dirûşmên ji bo "demokrasiyê" qîriyan. Amadekar dibêjin, ji bo tevgereke sivîl a berfireh li dijî Orban ava bikin ew çalakiyan li dar dixin.