Bi deh hezaran kes li dijî êrîşa li Barcelonayê meşiyan

Li dijî êrîşa li paytexta Katalonya Barcelonayê, bi deh hezaran kes li Cambrîlsê li hev civiyan û meşiyan.

Roja 17'ê Tebaxê li Barcelonayê wesayitekê pê li sivîlan kiribû û ji ber vê komkujiyê 13 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. 8 kesên endamê komekê, ku plana êrîşên mezintir dikirin, ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin. Li bajarên din jî di dema şer de 2 sivîlên din jiyana xwe ji dest da bûn.

Li bajarê Cambrîlsê, bi armanca şermezarkirina van êrîşan bi deh hezaran Katalan duh daketin kolanan.

Girseya gel bi dirûşma "No tînc por" ku bi zimanê Katalanî tê wateya "Ez natirsim" qîriya. Şaredara Barcelonayê Ada Colaû jî tevlî meşê bû.

Tevî meşa li Cambrîlsê, îro danê nîvro wê li Barcelonayê meşek berfireh a aştiyê bê lidarxistin.